Erdogan bo Kiliçdaroglu: avê şêlo neke!

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan dibêje, agahiya wan heye ku pêwendiyên parlamenterê CHP yê girtî Enîs Berberoglu bi Serokê CHP re hene û Kiliçdaroglu bo pêşîgirtinê avê şêlo dike qaşo meşa dadê dike û daxuyakirin, kesên dijî miletê bixebitin bê ceza namînin.

Erdogan diyarkir: "... Kesê Serokatiya partiya dijbereya sereke dike, ditirse ku tawanên parlamenterê wan yê li zîndanê bigêjin wî. Ji niha ve dixwaze avê şêlo bike, pêşî bigre. Eger di demeke nêzîk de pêwendiya Kiliçdaroglu bi wî kesê girtî re derkeve, bila xeribiya kesê neçe. Ez ji hundir xeberên cuda digrim. Ewê li girtî ye dibêje, eger ez ji vê derê dernekevim, ezê hin tiştan aşkera bikim.

Her kes dizane ku, Kiliçdaroglu bi operasyona kasedê ya FETOyê bû Serokê Giştî yê CHPê. Ew û partiya xwe çi dikin me eleqedar nake. Lê dema bibe meseleya Tirkiyê kes bêbersiv namîne. Kesên ku bûne neferên dagirkeran, bo dagirkirina xaka vî welatî, ji defterê vê miletê tên reşkirin. Ti siyaset û berjewendî xiyaneteke weha nade veşartin."