Li Şemzînanê teqîn: 2 hevwelatiyan jiyana xwe ji dest da
K24 – Navenda Nûçeyan
Li bajarokê Şemzînanê girêdayî Colemergê di dema otombilêk siwîl derbasbûyî de teqînekê rû da û di encamp de 2 hevwelatiyan jiyana xwe ji dest da.
Ligor agahdariyan teqîn li gundê Şepeta ya Şemzînanê pêkhat, mayin a berê hatibûye danîn di dema derbasbûna otombila siwîl de teqiya ye û tê gotin ku ew mayin ji alî PKK ve hatiye danîn.
Şîrovevan û dezgehên siwîl-demokrat ên bakurê Kurdistanê dinirxînin, ku bi egera şerê li bakurê Kurdistanê, gelek caran hevwelatiyê siwîl dibin qurbanî. Hevwelatî dibin qurbanên vî şerê bêkontrol û bêberpirsiyarî li bakurê Kurdistanê