Li Tirkiye bêkarî zêde dibe

K24 – Navenda Nûçeyan

Dezgeha Kar a Tirkiye (IŞKUR) rapora xwe ya mehane belavkir. Ligor wê hejmara bêkaran di dawiya meha Tîrmehê de 2,59 milyon in.

Gava mirov bêkariya dawî ya meha Tîrmeh a îsal digre dest, ligor Tîrmeh a sala par ji sedî 26,2 zêdebûn heye. Sala par bêkarên navnivîsandî 2,05 milyon bûn.

Di meha Tîrmeh a îsal de kesên dest bikar kirin e jî 96 hezar 698 kes bûn e.

Ligor pîsporan rewşa bêkariyê ya zêde li Tirkiye encama rewşa awarte ya siyasî û herweha aborî ye, ku nearamiyek zêde li Tirkiye peyda bûye.