Şanda Encûmena Bilind a Referandûmê ligel Ebadî dicive
K24 – Navenda Nûçeyan
Şanda Encûmena Bilind a Referandûmê gihêşte Bexdayê û biryar e ligel Serokwezîrê Iraqê bicive.
Di çend rojên borî de, şanda Encûmena Bilind a Referandûmê bi armanca rêkxistina karmenya serdana xwe çend caran civiya bûn.
Hevdem duh, endamê parlementoya Iraqê Ebas Beyanî ji K24ê re gotibû, aliyên Iraqî pêşwaziyê li wê şandê dikin û xweşhaliya xwe jî ji serdana wê şandê re derbirî.
Biryar e ew şande ligel Serokwezîrê Iraqê danûstandinan derbarê serxwebûna Kurdistanê û birêveçûna proseya referandûmê bo serxwebûna Kurdistanê bikin.