Şanda Kurdistanê ligel hejmarek ji serkirdeyên Iraqê û balyozên welatan dicive.
K24 – Navenda Nûçeyan
Biryar e îro şanda Encûmena Bilind a Referandûmê li bexdayê ligel hejmarek ji serkirdeyên Iraqê û balyozên welatan bicive û guftûgoyan derbarê birêvebirina referandûma serxwebûna Kurdistanê bikin.
Peyamnêrê K24ê li Bexdayê ragihand, di roja duyem de şanda Encûmena Bilind a Referandûmê ligel her yek Balyozxana Amerîka, Îran, Serokomarê Iraqê Fûad Mesûm û Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Şî'î Emar Hekîm dicive.
Got jî, yekem civîna şanda Herêma Kurdistanê ligel Balyozê Amerîka li Iraqê Douglas Silliman dibe.
Şanda Encûmena Bilind a Referandûmê, duh êvarê 14 Tebaxê gihêşt Bexdayê, bo pirsa referandûmê ligel berpirsên partîtî û hikûmî yên Iraqê gotûbêj bikin.