Îran: Pêşwazî li guftûgoyên Hewlêr û Bexdayê dikin

Wezarta Derve ya Îranê ragihand, pêşwazî li civîn û kombûnên şanda Herêma Kurdistanê ligel berpirsên Iraqê dikin. Nivîsgeha Serokwezîrê Iraqê jî daxuyaniyekê derbarê civîna şanda herêmê û Ebadî belav dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezarta Derve ya Îranê ragihand, pêşwazî li civîn û kombûnên şanda Herêma Kurdistanê ligel berpirsên Iraqê dikin. Nivîsgeha Serokwezîrê Iraqê jî daxuyaniyekê derbarê civîna şanda herêmê û Ebadî belav dike.

Berdevkê Wezarata Derve ya Îranê Behram Qasimî ragihand, Komara Îslamî ya Îranê piştevaniya guftûgoyên di navbera Bexda û Hewlêrê dike, daxwaz dikin bi birayetî û yekdengî biryarê li ser dahatûya Iraqê bidin.

Berdevkê Wezarata Derve ya Îranê hêvî jî xwast ku guftûgo karekî serkeftî be.

Ji aliyekî din ve, li gor Nivîsgeha Serokwezîrê Iraqê, di civîna Heyder Ebadî ligel şanda Herêma Kurdistanê de, behsa dîtina çareseriyekê bo giriftên di navbera Bexda û Hewlêrê de hate kirin.

Peyamnêrê K24ê li Bexdayê jî ragihand, di civînê behsa daxwazên gelê Kurdistanê bo serxwebûnê hate kirin û şanda Encûmena Bilind a Serxwebûnê jî behsa binpêkirinên destûrî kir.

Biryar e îro şanda Herêma Kurdistanê ligel hejmarek ji serkirdeyên Iraqê û balyoz û nûnerên welatên biyanî li Bexdayê û kesayetiyên Şî'î bicive.

Şanda Herêma Kurdistanê duh êvarê gihêşt Bexdayê, bo pirsa referandûmê ligel serkirdeyên partiyan û hikûmî bicive.