Li Germiyanê teqîn: 4 kesan canên xwe jidest dan
K24 – Navenda Nûçeyan
Peyamêrê K24ê li Germiyan ragihand, îro danê sibê ji ber teqîna bombeyeke çandî li gundê Omer Medenî yê ser bi navçeya Qeretepe, 4 kes ji yek malê canên xwe jidest dan.
Got jî, ew kesên di teqînê de canên xwe jidest dane, 2 zarok, dê û bav bûn û dema vedigeriyan mala xwe di ser pireyekê re derbas bûn, teqînê rû da.
Amaje bi wê jî kir, îro danê sibê DAIŞê stûneke kehrebê li wê navçeyê teqand û 3 stûnên din jî bombe tê de çandibûn. Niha hêzên Pêşmerge mijûlî pûçkirina wan bombeyan in.
Berî du rojan jî, çekdarên DAIŞê 2 stûnên kehrebê li heman navçeyê teqandibûn.
Ev yek di demekê de ye, di dema borî hejmarek teqîn li sînorê Qeretepe rû dabûn, berpirsên ewlehiyê jî ragihandibûn, ew bûyer teroristî ne û ji aliyê DAIŞê ve hatine kirin.