“Encamên baş yên civîna şanda Kurdistanê û Ebadî hebûn”

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamê Encûmena Bilind a Referandûmê Macid Bazirgan ji K24ê re ragihand, “Civîna me ligel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî encamên wê yên baş hebûn.”

Macid Bazirgan tekez kir ku, di civînê de pirsa referandûmê hate guftûgokirin.”

Got jî: “Şanda Bilind a Referandûmê ji tevahiya aliyên Iraqî û balyoz û nûnerên welatên biyanî re radigihîne, ku proseya referandûma serxwebûna Kurdistanê di dema xwe bi rê ve diçe.”