Erebistana Siûdî: “Me tu daxwaza navbeynkariyê ji Iraqê nekiriye”

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Navxweyî yê Iraqê Qasim Mihemed el Erecî berî çendîn rojan diyarkir ku, Erebistana Siûdî ji wan daxwaz kiriye, ji bo pêwendiyên baştir ligel Komara Islamî ya Îranê Iraq bibe navbeynkar.

Ajansa fermî ya Erebistana Siûdî SPA bi zarê berpirsek Erebistana Siûdî ev daxûyaniya el Erecî bi nerast liqelem da û got ku, tu rastiya vê yekê nî ne, daxwazek weha jî ji Iraqê nehatiye kirin.

Di nûçeyê de hatiye: “Erebistana Siûdî, helwêsta xwe beramberî Îranê, ku bûye piştgirê terorizma herêmî û navdewletî, destwerdan a herêmî kiriye siyaset, diparêze. Nêzîkahiya ligel Îranê ne di rojeva me de ye. Erebistana Siûdî siyaseta derew, bê rêzdariya nirxên dîplomasiya navneteweyî ya Tehranê red dike.”

Berî çendîn rojan di malpera internet ya Wezareta Navxweyî ya Iraqê de, herweha di dema serdana el-Erecî ya Tehranê de jî hatibû ziman ku, Erebistana Siûdî daxwaza navbeynkariyê ji Iraqê kiriye.