Teqîn nêzîkî belafirgeha Southend li Londonê

K24 – Navenda Nûçeyan

Îro ber bi nîvro ve li belafirgeha Southend li paytexta Ingilistanê Londonê teqînekê rû da û trembêlên agirkujiyê agir xistine bin kontrolê de.

Balefirgeha Southend li derdora bajarê Londonê ye û ji navenda bajûr dûr e. Herweha jib o seferên rêwiyan nayê bikaranîn, zêdetir balefirgehek bazirganî ye û jib o karûbarên bazirganî tê bikar anîn. Herweha wekî balefirgehek postê ye jî.

Nayê zanîn ku teqîn ji ber hin egerên teknîkî yan ên din bûn e, yan jî ûrîşek terorî ye. Polisê Londonê heta niha derbarê vê yekê tu agahdarî nedan e raya giştî.

Ligor agahdariyên Polis, tu ziyanek canî rû nedan e.