Civîna Riyadê ya Erebistana Siûdî ligel Hevbendiya Niştimanî ya Suriye

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevbendiya Niştimanî ya Suriye ligel berpirsên Wezareta Derve ya Erebistana Siûdî li paytext Riyadê civînek lidar xist.

Di civînê de: Serokê Itilafê Riyad Seyf, Cîgirên Serok Abdurrahman Mustafa, Abdulbasit Hemo, Serokwezîrê hukimeta demkî ya Opozisyonê Cevad Ebu Hatab, Serokê nûneratiya pêwendiyan Nasır el Hariri, Endamên desteya siyasî ya Itilafê Ahmed Seydi Yusuf û Hadi el Behra cîh girtin. Ji alî Erebistana Siûdiyê jî Cîgirê Wezîrê Derve Adil Serrac Mirdad, Serokê beşa Welatên Ereb a Wezareta derve Balyoz Said bin Osman Suveyd û Ahmed el Şeyh beşdarî kirin.

Di civînê de liser rewşa siyasî bi taybetî û rewşa welat bi giştî ya Suriye hatiye axaftin. Ligor ji civînê hatî ragihandin, di meha Cotmehê de li Riyad konferansek fereh tê lidarxistin.

Herweha hat destnîşankirin ku, Civîna Cenew 8 di dawiya vê mehê de dicive.