Hadî Amirî: Şerê Pêşmerge nakin

K24 – Navenda Nûçeyan

Emîndarê Giştî yê Rêxistina Bedir ya ser bi Heşda Şeibî ve Hadî Amirî ragihand, dengoyên dibêjin Heşda Şeibî û Pêşmerge rûbirûyî hev bibin ne rast in, ti carî şerê Pêşmerge nakin.

Îro şanda Encûmena Bilind a Referandûmê li Bexdayê ligel hejmarek ji serkideyên Iraqê civiyan, destpêkê jî ligel Serokê Parlementoya Iraqê Selîm Cibûrî civiya.

Şanderê K24ê bo Bexdayê ragihand, Cibûrî di civîna ligel şanda Herêma Kurdistanê de got: “Em wek parlementoya Iraqê rêgiriyê li referandûma serxwebûna Kurdistanê nakin. Di heman demê de nikarin soza piştevaniyê jî bidin.”

Her îro şanda Herêma Kurdistanê ligel Emîndarê Giştî yê Rêxistina Bedir ya ser bi Heşda Şeibî ve Hadî Amirî civiya û di kongreyeke rojnamevanî ya hevbeş de û di bersiva peymanêrê K24ê de Amirî got. “Behskirina rûbirûyî Heşda Şeibî û Pêşmerge ne rast in. Pêşmerge di xizmeta gelê Kurdistanê û Iraqê de ye. Ti careke din şerê Pêşmerge nakin.”

Şanda Encûmena Bilind a Referandûmê ji ber du rojan ve gihêşte Bexdayê, bo pirsa referandûmê ligel berpirsên hikûmet û aliyên Iraqê û balyoz û nûnerên welatên biyanî gotûbêj bikin.