Nêçîrvan Barzanî: 300 projeyên perwerdehiyê rawestiya ne

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di konferansa Perwerdeyê  li Hewlêrê ragihand, perepêdana bi karta perwerdeyê li Herêma Kurdistanê ji pêşîneya karên hikûmeta Herêma Kurdistanê ye, lê ji ber birîna budceya Herêma Kurdistanê û hatina hejmareke mezin ji koçberan, karta perwerdê jî rûbirûyî krîzê bû.

Amaje bi wê jî da, ji encama birîna beşa budceya Herêma Kurdistanê ji aliyê hikûmeta Iraqê ve, 300 projeyên perwerdehiyê li Herêma Kurdistanê rawestiya ne. Herwiha spasiya mamosteyan jî kir, ku tevî hebûna krîza aborî, lê nehêştin proseya xwendinê li Herêma Kurdistanê raweste.