NY li ser referandûma Herêma Kurdistanê ajanseke Îranî bi derew derdixe

K24 – Navenda Nûçeyan

Nûnerê Sekreterê Giştî yê NY li Iraqê,  nûçeyek ajansa “IRNA” ya Îranî ku li ser navê wê derbarê referandûma serxwebûna Kurdistanê de belav kir, red kir û daxuyaniyek belav kir.

Nûnerê Sekreterê Giştî yê NY li Iraqê Jan Kubis di daxuyaniyekê de li ser nûçeya ajansa Îranî da û got: “Ew daxuyaniya ajansa IRNA ya bi navê min belav kirine, bi “Sivîkî” dizanim.”

Herwiha got: “Helwesta Netewên Yekgirtî derbarê referandûmê ron e û piştevanê hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê dike, ta bi hev re guftûgoyê bikin, bo bigihine çareseriyeke li ser pirsgirêk û nakokiyên di navbera wan de.”

Herwiha Jan Kubis dibêje: “Derbarê referandûmê de, Netewên Yekgirtî piştevaniya wê dike, ku her du alî bi guftûgo bigihine jihevtêgihêştinekê.”

Nûnerê Sekreterê Giştî yê NY li Iraqê dibêje jî: “Xala destpêkê ew e, pêwîst e rêza temam li destûra welêt û yasayan were girtin.”

Ev daxuyaniya Jan Kubis piştî wê hatiye, ajansa IRNA ya Îranî li ser zarê Jan Kubis belav kiriye, “Referandûma serxwebûnê li Herêma Kurdistanê ne rewa ye” ku li gor wî babeta referandûma giştî di destûra Iraqê de nehatiye behskirin.