Kurd li ser biryara xwe rijd e, Bexda jî deriyê guftûgoyê vekiriye

Di civînên vê carê yên şanda Herêma Kurdistanê ligel serkirdeyên bilind ên Iraqê de, hest bi gotareke siyasî ya nerm tê kirin, ev jî berûvajî gotara siyasî ya medyayên fermî yên wan partiyan e, yak u şanda Herêma Kurdistanê ligel wan civiya bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Cîgirê Serokê Iraqê Nûrî Malîkî piştî civîna ligel şanda Herêma Kurdistanê tekez kir, Her gavek li gor destûrê kar bê kirin, ew piştevaniyê lê dikin. Daxwaz jî kir, bo cibicîkirina her biryarekê jî, divê bi pêdeçûna destûra be. Hevdem Emîndarê Giştî yê Rêxistina Bedir û fermandarê Heşda Şeibî Hadî Amirî jî dibêje: “Dengoyên dibêjin Heşda Şeibî û Pêşmerge rûbirûyî hev bibin ne rast in, ti carî em şerê Pêşmerge nakin.”

Di roja çaremîn ya serdana xwe bo Bexdayê de ye, biryar e şanda Herêma Kurdistanê bo goftûgokirina pirsa referandûma serxwebûna Kurdistanê de zincîreyeke civînan bike. Li gor zanyariyên şanderê K24ê bo Bexdayê, biryar e îro ew şand ligel Balyozê Kwêtê li Iraqê, Tevgera Sedir, Wezîrê Derve yê Iraqê Îbrahîm Caferî, Partiya Komonist a Iraqê û Partiya Kongreya Niştimanî ya Iraqê bicive.

Roja 14 Tebaxê, şanda Encûmena Bilind a Referandûmê ya Herêma Kurdistanê gihêşte Bexdayê, bo pirsa referandûma serxwebûna Kurdistanê ligel serkirdeyên Iraqê û balyoz û nûnerên welatên derve guftûgo bike.