Barzanî: Gelê Kurdistanê naxwaze ezmûna şikestxwarî ya berê dubare bike

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand, di hemû qonaxan de prensîpa şeraketê hatiye binpêkirin û gelê Kurdistanê westiya ye ji wê ezmûna şikestxwarî ya berê dubare bike, ji bo wê yekê biryara referandûm û hengavên berev serbixweyî yê daye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand, di hemû qonaxan de prensîpa şeraketê hatiye binpêkirin û gelê Kurdistanê westiya ye ji wê ezmûna şikestxwarî ya berê dubare bike, ji bo wê yekê biryara referandûm û hengavên berev serbixweyî yê daye.

Malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê belav kir, Roja şemî 19.08.2017 li Selaheddîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Dr Sultan Ebu Erebî Emîndarê Giştî yê Yekîtiya Zanîngehên Erebî û Dr. Ziyad Kurdî Serokê Zanîngeha Erbid li Urdinê kir.

Li hevdîtinê de Emîndarê Giştî yê Yekîtiya Zanîngehên Erebî pesnê xebat û qurbanîdana gelê Kurdistanê kir ya li şerê terorê û dijayetîkirina zulm û asîmîlasyonê kir û sersamiya xwe jî bi asta geşbûn û pêşketin û pêkvejiyana li Herêma Kurdistanê derbirî û hêviya wê yekê jî xwest ku gelê Kurdistanê li mîsogerkirina mafê rewayên serkeftinê bi dest bîne. Li beşekî dinê axaftina xwe de behsa jiyana revenda Kurd ya li welatê Urdinê û her wiha kar û çalakiyên Yekîtiya Zanîngehên Erebî û asta peywendiya di navbera zanîngehên Erebî û Zanîngehên Kurdistanê kir.

Li beranber da Serok Barzanî pêzanînên xwe ji bo asta baş ya jiyana Kurdan ya li Şahnişîna Urdinê hebû û her wiha peywendiya di navbera xwe û Şahê Urdin û Herêma Kurdistan û welatê Urdinê bi birayane û dostane wesif kir.

Li beşekî dinê axaftina xwe de Serok Barzanî ronahî xiste li ser gefa terorê li asta cîhanê û şerê Da'îş û azadkirina Musilê û tekez li wê yekê kir ku hê jî ew sedemên bûne sedema serhildan û geşbûna terorê, wekî xwe mane û metirsiya derketina gefeke heman awayê Da'îşê li holê daye û bi pêwîst jî zanî bi navê nehiştina terorê kar li ser sedemên serhildana terorê bê kirin.

Di derbarê referandûmê jî Serok Barzanî ji bilî balkişandina li ser qonaxên dîroka hevbeşa gelê Kurdistanê û dewleta Iraqê û ew êşên li ser xelkê Kurdistanê da hatine wê yekê dûpat kir ku li hemû qonaxan da prensîpa şeraketê hatiye binpêkirin û gelê Kurdistanê westiya ye ji wê ezmûna şikestxwarî yên berê dubare bike, ji bo wê yekê biryara referandûm û hengavên berev serbixweyî yê daye.