Êrîşên ser peykerên Ataturk berdewam in
K24 – Navenda Nûçeyan
Li meydana Şêx Seîd li Diyarbekrê welatiyê bi nave Ibrahim Yeşil ê 30 salî, bi çakûçê êrîşî peykerê damezgerê Komara Tirkiye Kemal Ataturk kir.
Polîsan Yeşil binçav kirin.
Lê ligor şahidên bûyerê, peykerê Ataturk bi gelek cîh an zerer dîtiye.
Berî çendîn rojan peykerên Ataturk li Swerêg a bakurê Kurdistanê û li Stenbolê jî rastî êrîşan hatibûn.