Ebadî: Operasyona Tileferê dest pê kir

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Iraqê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê Heyder Ebadî destpêkirina operasyona rizgarkirina bajarê Tileferê bi fermî ragihand.

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ragihand ku, şerê rizgarkirina Tileferê îro danê sibê dest pê kiriye. Ebadî bang li çekdarên DAIŞê kir yan xwe radest bikin yan jî dê bên kuştin.

Fermandarê Giştî yê hêzên çekdar yên Iraqê da zanîn ku, hêzên dijîteror, polîs, milîs û çekdarên Heşda Şeibî û hêzên asmanî tevlî operasyona TilEferê bûne.

Ji demekê ve, hêzên Iraqî li başûrê Tileferê û hêzên Pêşmerge li bakurê wî bajarokî dorpêç kirine, lê hêzên Pêşmerge beşdarî operasyona rizgarkirina Tileferê nabin.

Tê gotin ku, derdora 40 hezar çekdar tevlî şerê TilEferê bûne. Tê texmînkirin ku derdora 2 hezar çekdarên DAIŞê li TilEferê hebin.

Zêdetirî 3 salan e bajarê Tileferê, ku piraniya xelkê wir Tirkmen in, ketiye destê DAIŞê.