Mela Bextiyar Merca paşxistina referandûmê aşkere dike

K24 – Navenda Nûçeyan

Berpirsê Desteya Karîger a Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Mela Bextiyar ragihand, “Amede ne referandûmê ji bo demekê bipaş bixin, lê li hember paşxistina referamdûm, mercên me hene û bê beramber referandûmê bipaş naxin.”

Berpirsê Desteya Karîger a Polîtburoya YNKê Mela Bextiyar ji ajansa “Reutes” re ragihand, “Bi mercekê amade ne referandûmê bipaş bixin, hikûmeta Iraqê qerzên hikûmeta Herêma Kurdistanê bide, ku ji 10 ta 12 milyar Dolar in. Herwiha pirsgirêkên din jî çareser bike.”

Mela Bextiyar dibêje: “Ew pere jî li hember budceya salane ya hikûmeta Herêma Kurdistanê  ne, ku ji bo fermanbarên medenî, hêzên Pêşmerge xerc kiribû. Herwiha çend meh in jî mûçeyên wan bi tevahî nehatine dayîn.”

Ev daxuyaniya Berpirsê Desteya Karîger a Polîtburoya YNKê di demekê de ye, ji çend rojan ve şandeke bilind a Herêma Kurdistanê li Bexdayê guftûgoyan derbarê pirsa referandûmê ligel berpirsên siyasî û aliyên Şîî dikin û tu endamekî wê şandê behsa nercên Herêma Kurdistanê bo paşxistina referandûmê nekirine.

Di dawî hevdîtina xwe de jî, Serokê Herêma Kurdistanê ji rojnameya Ukaza Siûdiyê re ragihand, “Ti hevbeşiyeke dirêj ligel Bexdayê serkeftî nabe û referandûmê bipaş naxin.”