Karwaneke DAIŞê hat bombebarankirin

Di dema veguhastina çekdarên DAIŞê ji sînor Libnanî ji bo rojhilatê Sûriyê, karwaneke DAIŞê ji aliyê Hevpeymaniya Navdewletî ve hate bombebarankirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di dema veguhastina çekdarên DAIŞê ji sînor Libnanî ji bo rojhilatê Sûriyê, karwaneke DAIŞê ji aliyê Hevpeymaniya Navdewletî ve hate bombebarankirin.

Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê bi serokatiya Amerîka, dijî rêkeftina ku di navbera Hizbulaha Libnanî û DAIŞ de ye.

Li gor rêkeftinê, tevahiya çekdarên DAIŞê ji sînorê Libnanê ji bo bajarokê Bokemal a li ser sînorê Iraqê tên veguhastin.

Di wê derbarê de, Nûnerê Serokê Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ragihand, “Pêwîst e çekdarên DAIŞê bêne kuştin, ne ku Sûriye wan ji sînorê xwe yê bi Libnanê re veguhêzîne sînorê Iraqê û bê agahdariya hikûmeta Iraqê.”