Li Îzmîrê teqîn: 6 birîndar
K24 – Navenda Nûçeyan
Li bajarê Îzmîrê yê Tirkiyê teqînek rû da, di encamê de 6 kes birîndar bûn.
Îro danê sibe li bajarê Îzmîrê navçeya Bucayê dema wesaîtek girtîgehê derbas dibû bombeya ku di nav konteynera zibilan de bû hate teqandin. Li gor zanyariyên destpêkê, 6 kes birîndar bûne.
Piştî teqînê hejmarek zêde hêzên ewlekariyê û tîmên hawarçûnê gihiştin cihê bûyerê.
Derbarê bûyerê de lêkolîn berdewam dike.