Hêzeke Amerîkî ji esman ve dadikeve ser çekdarên DAIŞê

Hevpeymaniya Navdewletî bi operasyoneke daketina ji esman ve, hejmarek ji çekdarên DAIŞê ji Dêrezorê vedikişîne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevpeymaniya Navdewletî operasyoneke daketina esmanî li Dêrezorê dike û hejmarek ji çekdarên DAIŞê vedikişîne.

Li ajansa “RT” a Rûsî ku li ser zarê hin jêderên xwecihî veguhastine, Hevpeymaniya Navdewletî duh danê êvarê operasyoneke daketina esmanî li gundê “El-Mesreb” 10 K.M li başûrê Dêrezorê encam daye.

Li gor zanyariyên wê ajansa Rûsî, di encama operasyona daketina esmanî de, Hevpeymaniya Navdewletî hejmarek ji çekdarên DAIŞê vekişandin û ligel xwe birin.

Berî pêr jî, Hevpeymaniya Navdewletî di riya operasyoneke daketina esmanî li rojavayê Dêrezorê 2 çekdarên DAIŞê yên Ewropî ligel malbatên wan vekişandibûn.

Ji berî çend rojan ve, rêjîma Sûriyê rêkeftinekê di navbera Hizbulaha Libananî û DAIŞê de pesend kir. Li gor rêkeftinê dê çekdarên DAIŞê ji herêmên sînorê Libanê bo rojhilatê Sûriyê bêne veguhastin.

Çend roj in jî, karwanên çekdarên DAIŞê ji çiyayê Qalemûnê yê nêzîkî sînorê Libnanê gihêştine navçeya Bokemal a ser bi Dêrezorê li nêzîkî sînorê Iraqê.

Nûnerê Serokê Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê Brett McGurk ragihandibû, “Pêwîst e çekdarên DAIŞê bêne kuştin, ne ku Sûriye wan ji sînorê xwe yê bi Libnanê re veguhêzîne sînorê Iraqê.”