Encûmena Bilind a Referandûm şandekê bo welatan pêk tîne
K24 – Navenda Nûçeyan
Endamê Encûmena Bilind a Referandûmê Romyo Hekarî radigihîne, piştî betlaneya cejna Qurbanê, ew encûmen dicive û şandekê bo serdana welatan bikin pêk tîne.
Romyo Hekarî ji K24ê re got: “Şanda wan serdana her yek ji Amerîka, Îran, Tirkiye û hin welatên din yên Ewropa û navçê dikin. Armanca sereke ya wan şandan, guftûgokirina pirsa referandûmê ye.”