Îran rêgiriyê Amerîka ji karwanê DAIŞê re şermezar dike

Îran helwesta Hevpeymaniya Navdewletî ji veguhastina çekdarên DAIŞê û malbatên wan ji bo sînorê Iraqê şermezar dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Îran helwesta Hevpeymaniya Navdewletî ji veguhastina çekdarên DAIŞê û malbatên wan ji bo sînorê Iraqê şermezar dike.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Behram Qasmî ragihand, gava Amerîkayê ya astengkirina derbasbûna karwanê DAIŞê li Sûriyê ne di cih de ye, armanc jê ew e ku  bandoreke neyînî li ser serkeftina rêjîma Sûriyê û Hizbulaha Libnanî bike.

Qasmî got jî, dorpêça esmanî ya ji aliyê Amerîka ve li ser jin û zarokên di nav karwanê DAIŞê de dibe bibe karesatek, herwiha dibe sedema belavbûna tundrewiyê li navçeyê.

Qasmî pêşwazî li rêkeftina Hizbulah û rêjîma Sûriyê ya digel DAIŞê de kir û got ew rêkeftin ji bo rizgarkirina canê welatiyên bêguneh e.

Li gor rêkeftina di navbera Hizbulaha Libnanî û rêjîma Sûriyê ligel DAIŞê de, nêzîkî 400 çekdarên DAIŞê ji sînorê Libnanê bo rojhilatê Sûriyê tên veguhastin.

Lê Hevpeymaniya Navdewletî rêgiriyê li gihêştina wan çekdaran bo sînorê Iraqê dike, duh jî ragihandibû ku ew nahêlin karwanê DAIŞê ya ku li niha li beyabana Sûriyê asê maye bigihe rojhilatê Sûriyê.