Qesra Mameşûrê, kevntirîn avahiyên Dêrika Hemko ye

Qesra Mameşûrê li bajarê Dîrikê yek ji kevintirîn avahiyên ji serdema Osmaniyan ve ye û ji aliyê Miradê Hisên ve ku ji eşîra Hesina ye hatiye avakirin.
kurdistan24.net

 

K24 – Dêrik

Qesra Mameşûrê li bajarê Dîrikê yek ji kevintirîn avahiyên ji serdema Osmaniyan ve ye û ji aliyê Miradê Hisên ve ku ji eşîra Hesina ye hatiye avakirin. Ji destpêka avakirina qesrê de û piştî desthilatdariya Osmaniyan, leşkeran dest danîne ser qesrê û bû mîna navendeke sereke ku di riya telefûnê re bi Cizîra Botan re pêwendî dikirin.

Qesra Mameşûrê li ser girekî ji 15 odeyan hatiye avakirin û cihê wê devereke herî guncaw bû di wê demê de, loma Piştî Osmanî derketin, Fransiyan qesir ji xwe re wek navendeke leşkerî girtin.

Li gorî xwedanê Qesrê Hecî Xelîlê Silêman ku temenê wî nêzî 107 salî ye, leşkerên Osmaniyan xelkên deverê ji qesrê ditirsandin, daku qesir bi wan bimîne.

Qesra ku li gundê Mameşûra xwar hatiye avakirin, dûrî navenda bajarê Dêrikêye nêzî 15 K.M ne. Li gorî hin dîroknasan, di dema avakirina qesrê de li gundê Mameşûrê, ti bajar li deverê tune bûn û ji ber wê jî nişteciyên gund keresteyên xwe ji Cizîra Botanê dabîn dikirin.