ENKS ligel Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê dicive

Şanda Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li Moskoyê ligel Cîgirê Wezîrê Derve yê welatî Mîkhaîl bogdanov dicive.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Şanda Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li Moskoyê ligel Cîgirê Wezîrê Derve yê welatî Mîkhaîl bogdanov dicive.

Peyamnêrê K24ê li Rûsyayê ragihand, şanda ENKSê ya bi serokatiya serokê Îbrahîm Biro li avahiya Wezareta Derve ya Rûsyayê ligel Şêwirmendê Serokê Rûsyayê ji bo karûbarên Rojhilata Navîn û Cîgirê Wezîrê Derve yê wî welatî Mîkhaîl bogdanov di civînê de ye.

Şanda ENKSê ji peyamnêrê K24ê re dabû zanîn ku, ji ber rola Rûsya ya berçav di warê siyasî û leşkerî li Sûriyê heye, ew pirsa rewşa niha û pêşeroja Sûriyê ligel bogdanov gotûbêj bike, bi taybet ku Rûsya niha hewl dide tevahiya aliyên opozîsyona Sûriyê bixe yek bereyê.

Şanda ENKSê bi serokatiya Serokê ENKSê Îbrahîm Biro û endametiya her yek ji endamên Komîta Pêwendiyên Derve Kamîran Hac Ebdo û Mistefa Sîno û endamê ENKSê di Îtîlafa opozîsyona Sûriyê de Fûad Elîko îro gihêşte Rûsyayê.