Kusret Resûl: Parlemento bi dengê gel hatiye hilbijartin û pêwîst e aktîv bibe

Kusret Resûl radigihîne, parlementoya Kurdistanê bi dengê gel hatiye hilbijartin û pêwîst e bê aktîv bibe û pirsên netewî, niştimanî û yasayên girîng ji wir de bê derkirinin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Cîgirê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Kusret Resûl ragihand, parlementoya Kurdistanê bi dengê gel hatiye hilbijartin û pêwîst e bê aktîv bibe û pirsên netewî, niştimanî û yasayên girîng ji wir de bê derkirinin.

Li gor medyaya fermî ya YNKê, di civîna îro ya ligel serok û endamên fraksyona Kesk a di parlementoya Kurdistanê de, Kusret resûl ragihand, Kurdistan bi şert û mercên hestiyar re derbas dibe û bo çareserkirina pirsgirêkan pêwîstî bi aramî û guftûgoya berpirsyane heye.

Ragihand jî, parlemento wek dezgeheke niştimanî ya girîng, ku bi dengê gelê Kurdistanê hatiye hilbijartin, pêwîst e bê aktîv bibe û pirsên netewî, niştimanî û yasayên girîng ji wir de bê derkirinin.

Duh, Polîtburoya YNKê li Silêmaniyê civiya bû û piştî civînê jêderekî ji YNKê ji K24ê re da zanîn, YNK pêdagiriyê li ser aktîvkirina parlementoyê dike.