Derbarê Sezgîn Tanrikulu lêpirsîn hat vekirin

Derbarê Parlamenterê CHP Sezgîn Tanrikulu de lêpirsîn hat vekirin ku gotibû, balefirên bêpîlot yên Tirkiyê kurdên sivil dikujin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Derbarê Parlamenterê CHP Sezgîn Tanrikulu de lêpirsîn hat vekirin ku gotibû, balefirên bêpîlot yên Tirkiyê kurdên sivil dikujin.

Serdozgeriya Komarê ya Enqerê gotinên Tanrikulu yên ser twîtterê wek bêrêziya kesayetiya manewî ya dewletê nirxand û lêpirsîn vekir.

Serdozgeriyê da xuyakirin, di nivîsan de delîlên berbiçav hene ku hêzên ewlekariya dewletê lawaz dike û bêrêzî lê tê kirin.

Parlamenterê CHP yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu, parêzer e û ji Diyarbekirê ye. Tanrikulu, êrişa balefirên bêpîlot yên Colemêrgê bitundî şermezar kiribû ku di encamê de sivîlek hatibû kuştin û 3 sivîl jî birîndar bûbûn.