Serok Barzanî: Kurd amadeyî berevaniya Kerkûkê ne

Serok Barzanî desnîşan kir ku, referandûm di demê xwe de tê encamdan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di hevpeyvînekê de ligel televizyona BBC a Brîtanî, Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî tekez kir ku, bi tu awayî ew beriya encamdan a referandûmê danûstandinan bi Iraqê re nakin.

Serok Barzanî desnîşan kir ku, referandûm di demê xwe de tê encamdan.

Ew yek jî tekez kir ku, li hember her êrîşekê ji her aliyî ve be, hemû Kurd amadene berevaniyê li Kerkûkê bikin, û hişyarî jî da mîlîsên Şî'e.

Li ser pirsa daxistina sînoran jî, Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî got, ew welat berjewendiyên wan digel Kurdistanê hene, ji ber wê yekê jî, ew sînoran danaxin.