Di êrîşên Rûsyayê de: 16 sivîl li Dêrezorê bûne qurbanî

Rewangeha Sûrî ya mafên mirovan eşkere kir, ku firokeyên Rûsî êrîşên xwe li ser Dêrezorê bihêz kirye û hejmara qurbaniyên sivîl zêde bûye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rewangeha Sûrî ya mafên mirovan eşkere kir, ku firokeyên Rûsî êrîşên xwe li ser Dêrezorê bihêz kirye û hejmara qurbaniyên sivîl zêde bûye.

Bi gotina rewangehê, firokeyên rûsî ji duh ve êrîşên xwe li dijî çekdarên DAIŞê li beşê rojavayê bajarê Dêrezorê bihêz kirye û di encamê de 16 welatiyên sivîl di wan êrîşan de hatine kuştin û birîndarkirin.

Bajarê Dêrezorê dikeve rojhelatê Sûriyê û çemê Ferêt bajar dabeş dike, piştî ku pirên di navbera herdu aliyan de hatin armanckirin, welatiyên sivîl neçar dibin belaman bikar bînin daku ji bajarê xwe derkevin û xwe ji agirê şer rizgar bikin.