Li Şemzînanê 3 leşker birîndar bûn
K24 – Navenda Nûçeyan
Li navçeya Şemzînana Colemêrgê, gerîlayên PKK êriş li baregeheke leşkerî ya Artêşa Tirk kirin. Di pevçûnan de 3 leşker birîndar bûn.
Li navçeya Şemzînanê, nêzîkî sînorê Başûrê Kurdistanê, gerîlayên PKK bi hewan û çekên giran êriş li baregeheke Artêşa Tirk kirin.
Parêzgariya Colemêrgê ragihand, gerîlayên PKKî bi çekên giran û hawanan êriş li baregeha Rûbarok û baregeke din kirine û di encama êrişan de, 3 leşker birîndar bûne.