Baydemîr: Şer û kuştin pirs Kurd çareser nakin

HDP, li Colemêrgê kuştina sivîlan bi firokeyên bêpîlot bi tundî şermezar dike. ku rayedarên Tirkiyê jî wan kesan wek hevkarên terorîstan binav dike.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

HDP, li Colemêrgê kuştina sivîlan bi firokeyên bêpîlot bi tundî şermezar dike. ku rayedarên Tirkiyê jî wan kesan wek hevkarên terorîstan binav dike. 

Peyvdarê HDPê Osman Baydemîr dibêje, desthilatiya Tirkiyê şûna ku bûyerê zelal bike, kesên kuştina sivîlan rexne dikin, tawanbar dike û doze li dijî wan vedike.

Osman Baydemîr amaje bi kesên hatine kuştin kir û got: “Îsmaîl Aydin, hostayek û 43 salî ye û bavê 5 zarokan e û e li pê debara malê xwe kar dikir. Musa Tarhan bavê 8 zarokan e, Îbrahîm Sak bavê 6 zarokan e.”

Baydemîr got jî: “Rewabûna dewletê bi cîbicîkirina yasa tê pîvandin. Eger dewlet guh nede yasayê, ji rêxistineke tawanê cudahiya wê namîne.”

Peyvdarê HDPê ameje bi wê kir jî, rayadarên Tirkiyê, bi milyonan kesên li Kurdistanê dijîn, wek terorîst û hevkarên terorê dibînin û ev êrişê jî hestên pêkvejiyanê dike armanc.

Baydemîr diyar kir: “Şûna ku lêpirsîn bi tawanbarên bûyerê re bên kirin û rastiya bûyerê bê lêkolînkirin, kesên dixwazin pêşiya kuştina sivîlan bigrin, tên armanckirin.”

Baydemîr got jî: “30 - 40 sal in pirsa Kurdî bi şer nehatiye çareserkirin, 30 salên din jî bi vî awayî çareser nabe. Bikaranîna çek, dahatiya kompaniyên bazirganiya çekan zêde dike.”

Herwiha amaje bi wê kir, HDP dijî şer û pevçûn, kuştin û mirinê ye, heger ji kîjan aliyê be. kuştina sivîlan tawanê şer e.