“Dixwazin Heskîfê û dîroka Kurd û Kurdistanê di binê avê de bihêlin”

Ji bo rawestandina projeya Santrala Hîdroelktirîk ya Bendeva Ilisûyê ku dê li Heskîfê bê danîn, ji 50î komeleyê zêdetir li Stenbolê li hev civiyan û çalakiya bilindkirina deng bo Heskîfê lidar xistin.
kurdistan24.net

 

K24 – Stenbol

Ji bo rawestandina projeya Santrala Hîdroelktirîk ya Bendeva Ilisûyê ku dê li Heskîfê bê danîn, ji 50î komeleyê zêdetir li Stenbolê li hev civiyan û çalakiya bilindkirina deng bo Heskîfê lidar xistin.

Karûbarên Avê yê Dewletê di sala 1954an de projeyeke bi navê Santrala Hîdorelktirîk ya Bendava Ilisûyê dirûst kir û biryar da ku ev proje di sala 2019an de bi dawî bibe. Li gorî dildarên Heskîfê ku ji bo rawestandina vê projeyê li Stenbolê çalakî li dar xistin, dema ev proje bê karîgerkirin wê li Heskîfê, ku xwedî raboriyeke 12 hezar salan e nêzîkî 250î kepel yanî girik, 50 şikeft û 199 warên niştecihî di binê avê de bimînin digel bi dehan wan mîrateyên çandî û dîrokî. Nûnerê Platforma Komeleyên Sertê û Dildarê Heskîfê Cabar Bariş da zanîn mesele ne tenê Heskîfê ye, mesele tevkujiya milletekî ye, qirkirina çand, hûner, kultir û hilweşandina dîroka wê ye.

Dildarê Platforma Heskîfê Cabar Bariş ji K24ê re wiha axivî: "Projeyekeke wek Heskîfê em bêgûneh nabînin. Li wir dîrokek veşartiye, mîratek veşartiye û hestiyên çend hezar salan veşartîne. Dixwazin di şexsê Heskîfê de dîroka Kurd û Kurdistanê di binê avê de bihêlin, bav û kalê mê û paşeroja me bi me bidin jibîrkirin."

Serokê Federasyona Komeleyên Karakoçanê Alî Edebali jî got: "Heskîf ji bo Kurdan, ji bo Mezepotamyayê û ji bo Rojhilata Navîn geliyekî pir mezin e. 12 hezar salan pir çand û gel hatine û çûne. Em naxwazin di binê avê de bimîne."

Dildarên Heskîfê di daxuyaniya xwe ya çapemeniyê de amaje pê kirin dema ev proje neyê rawestandin wê pergela ekoyê ya herêmê ji binîve biguhere û ew xaka qedîm ku bi dehan hezaran salan e gelan li serê jiyana xwe daniye ji bo 50 salên ku temenê vê bendavê heye wê bê qurbanîkirin.

Serokê Komeleya Heskîfê Mecît Tokdemîr wiha anî ziman: "Mesele Zeynel Bey birin cihê nû. Her tişt di cihê xwe de xweş e. Mesele Siltanahmed di cihê xwe de, Ayasofya di cihê xwe de, her tişt di cihê xwe de be baş e. Rabe Siltanehmedê bibe cihekî din... Çêdibe? Çênabe. Her tişt her kes di cihê xwe de baş û xweş e."

Herwiha bi boçûna dildarên Heskîfê ne tenê 331 Kmyê ku dê bendav li serê bê çêkirin di heman demê de wê ew her cihê ku ber bi başûrê Dîcleyê ve diherike jî tûşî an man an jî nemanê bimîne. Dîsa ew 8 mîrateyên çandî yên li Heskîfê ku hikûmet dibêje em ê wan

biparêzin jî dildar pê serwext nebûne û dibêjin ne mimkûne dewlet wek Tirba Zeynel Bey wan mîrateyan di wextê wê de ji nava Heskîfê derxîne. Dildarên Heskîfê di hefteya pêşiya me de wê li Heskîfê çalakiya xwe ya ji bo rawestandina vê prosesê berdewam bikin.