Rûsya rêkeftina mûşekên S-400 îmze kirin

Şêwirmendê Serokê Rûsya dibêje, Tirkiye û Rûsya rêkeftina mûşekên S-400 îmze kirin û dest bi xebatên cîbicîkirinê hatiye kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şêwirmendê Serokê Rûsya dibêje, Tirkiye û Rûsya rêkeftina mûşekên S-400 îmze kirin û dest bi xebatên cîbicîkirinê hatiye kirin.

Şêwirmendê Serokê Rûsya yê Hevkariyên Teknîkiyên Leşkerî Vladimîr Kojîn ragihand, Rûsya û Tirkiyê, girêbesta hinardina sîstemê mûşekên S-400 îmze kirine û ketine qonaxa cîbicîkirinê.

Da zanîn, hemû biryarên ku hatine girtin, di çarçoveya berjewendiyên stratejîk yên Rûsyayê de ne û jiber vê zextên ku welatên Rojava li Tirkiyê dikin, fêm dikin.

Serokomarê Tirkiyê jî, dema ji Kazaxistanê zivîrî dabû xuyakirin, îmze hatine avêtin û pêşekî jî hatine dayîn.