Malbatên qurbaniyên komkujiya Roboskiyê piştgiriya referandûmê dikin

Malbatên qurbaniyên komkujiya Roboskiyê dibljin, heger dewleteke Kurdan hebûya Kurd rastî komkûjiyan jî nedihat in û em di wê baweriyê de ne ku dewleta Kurdistanê dê ronahiyê bide her çar aliyên Kurdistanê.
kurdistan24.net

 

K24 – Roboskî

Li Bakurê Kurdistanê jî xwedî lêderketin û piştgiriya Referandûma Kurdistanê roj bi roj zêde dibe. Daxuyaniyeke piştgiriyê jî ji malbatên 34 qurbaniyên komkûjiya Roboskiyê hat. Malbatan gotin ku, heger dewleteke Kurdan hebûya Kurd rastî komkûjiyan jî nedihat in û em di wê baweriyê de ne ku dewleta Kurdistanê dê ronahiyê bide her çar aliyên Kurdistanê.

Ev der Gorîstana Gundê Roboskiya ser bi Qilabana Şirnexê ve ye. Ji beriya 6 salan di 28'ê Kanuna 2011'an de di êrişeke balafirên şer ên Tirkiyeyê de piraniya wan zarok 34 kes hatin kuştin. Ji wê rojê heta îro malbat her hefte bi libasên reş li ser gorên zarokên xwe daxwaza edaletê dikin. Malbatên qurbaniyên komkûjiya Roboskiyê piştiriya referandûma serxwebûna Kurdistanê jî dikin û dibêjin, sebebê êş û janên Kurdan bêdewletbûne.

Diya Serhat Encu, Helîme Encu ji K24ê re got: "Em dixwazin bi Referandûmê Kurd jî bigihin heqê xwe û ji bin zilm û zordariyê derkevin."

Diya Hemze Encu, Qediriye Encu jî dibêje: "Em dibêjin bila herkes destê xwe dane ser wijdana xwe û li ser sindoqan hazir bin û tu kes xwe paş de nedin. Ronahî ji kîjan aliyê Kurdistanê ve bê dê her aliyê din jî ronî bike. "

Bavê Bîlal Encu Evdirehman Encu wiha got: "Di Rojhilata Navîn de dewleteke Kurdistanê ava bibe êdî ne Kurd, ne Ereb, ne Faris ne jî Tirk ê nayên kuştin. Ji ber wê çendê em dixwazin Referandûma Iraqê bi izna Xwedê pêk were û Xwedê alîkariya me bike. Her Kurdekî li cihekê be bila hemî duayan jê re bikin. Xwedê Teale referandûmê l ime Kurdan pîroz û bimbarek bike."

Malbatên Roboskiyê dibêjin 'em ji  salên 1960'an ve dizanin ku, ka çi bi serê Kurdên Iraqê de hatiye,  ji ber wê yekê em hez dikin ku Kurd û Kurdistanî ji bin zilm û zordariyê derkevin û êdî serbixwe bin.' Malbatên dilxemgîn bag li Kurdistaniyan jî dikin ku roja referandûmê biçin ser sandoqan û ji bo serxwebûn û azadiyê dengê 'Belê' bidin.

Dayia Şêrwan Encu, Leyla Encu jî dibêje: "Ma qey em hez nakin, ma em kor in, na wileh em hez dikin. Em dixwazin bibe dewlet, em destekê didinê. Heger ji me bê em jî dixwazin dengê xwe bi kar bînin. Em hemî li benda wan in. Wileh gelek keyfa me tê. Em destekê didinê."

Dayika Cemal Encu, Xezal Encu: "Em dixwazin Kurdistan bibe dewlet da ku ji bin zilm û zordariyê derkeve. Em dixwazin ku her kes biçe ser sandoqan û bibêje 'Belê'."

Birayê Serhat Encu, Welî Encu: "Ji xwe ji bo Referandûmê dereng mane, xwezî ji beriya 10-20 salana bihata kirin. Belku ev komkûjiya Roboskiyê bi ser me de nehata, belkî bajarên me nahatan xirabkirin, belkî ev tişt nehatana serê me Kurdan. Em pîroz dikin, em li pişta gelê xwe ne, hêviya me ew e ku bi dengeke bilind bibêjin "Belê'."

Malbatên qurbaniyên komkûjiya Roboskiyê, gotin ku bila 'Kurdistanî guhdariya gefên nexwazên Kurdistanê nekin û referandûmê pêk bînin, lewra referandum pêngava azadiya ji zilm û zordariya bi sedan salan e jî.