Rûsya karwanekî din ji çekan ji bo Sûriyê dişîne
K24- Navenda Nûçeyan
Karwanê heştem ji çekên Rûsî bi riya gemya bi navê Yamal ya wî welatî gihişte kenarên Sûriyê.
Medya Rûsî diyar kir: “Ew çek, wê ji bo bingeha Himêmîm ya Rûsî û hêzên rêjîma Sûriyê bêne şandin.”
Tevî ku Rûsya ragihandibû, ewê hejmara hêza xwe li Sûriyê kêm bike, lê hîn jî berdewam e di şandina alavên leşkerî de ji bo kenarên Sûriyê û dema dawî jî gemya etomî ji bakurê Zerya Etlesî şande navçeyê.