Polîs lêkolînê li gel dosta tund ya gelê Kurd dike

Jina çalakvana Emazîxî û dosta tund ya gelê Kurd Melîke Mezan di girte vîdyoyekê de piştevaniya xwe ji bo serxwebûna Kurdistanê ragihand

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî ku  jina çalakvana Emazîxî û dosta tund ya gelê Kurd Melîke Mezan, di girte vîdyoyekê de, piştevaniya xwe ji bo serxwebûna Kurdistanê ragihand, û têde soza “serbirrîna ereban û derxistina wan ji bakurê Efrîqiya da”. Roja yekşemê 17/9/2017an polîsê welatê Mexribê, ji bo lêkolînê bang lê kir.

Piştî belavbûna wê vîdyoyê li ser torên civakî, kempînek li dijî Mezan hat destpêkirin û daxwaza girtina wê hat kirin, ji ber ku bangeşe ji bo tundiyê kiriye.

Jêderên rojnamevanî yên wî welatî ragihandin ku “Melîke Mezan gellekî ji lêkolîneran dilteng bû û li ber wan rabû.”

Mezan bi piştevaniya xwe ya tund ji bo gelê Kurd tê naskirin.