“Yan civaka navdewletî roja serxwebûnê diyar bike, yan referandum”
K24- Navenda Nûçeyan
Encûmena bilind a referanduma serxwebûna Kurdistanê, ji xelkê Kurdistanê re tekez dike, ku referandum nayê paşxistin.
Endamekî encûmena bilind a referandumê ji Kurdistan24ê re ragihand: “Heger hat û civaka navdewletî bi fermî dema serxwebûna Herêma Kurdistanê destnîşan kir, wê demê referandum wê bê paşxistin, heger na, referandum bi ti awayî nayê paşxistin.”