Di encama bombebarana Tirkiyê de 7 welatiyên Herêma Kurdistanê şehîd bûn
K24 – Navenda Nûçeyan
Ji encama bombebarankirina firokeyên şer ên Tirkiyê li ser navçeyên sînorî yên parêzgeha Dihokê 7 welatî şehîd bûn.
Birêvebirê Şaredariya Şîladizê Warşîn Selman ji K24ê re ragihand, şeva firokeyên şer yên Tirkiyê navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê bi Bakurê Kurdistanê re bombebaran kirin û di encamê de 7 welatî şehîd bûn.
Da zanîn jî, bombebarankirin li ser geliyê Nîrwe û Rêkanê bûne û welatiyên ku şehîd bûne ji gundên Sêdan û Kêra Dêrîn in.
Amaje bi wê jî da, qurbanî bi aramanca anîna berhemên çandiniyê û nêçîra masiyan çûbûn wan deveran, ku ew dever ji baregehên PKKê ve nêzîk in.
Birêvebirê navçeya Şîladizê aşkere kir, 3 welatî li ber çemê Markê şehîd bûn 4 ên din li cihekî din şehîd bûn.