“Rûsya mezintirîn piştevana darayî ya herêmê ye û ne li dijî referandûmê ye”

Jêderekî agahdar û şareza di pîşesaziya petrolê de dibêje: “Rûsya hêza mezin ya bi tenê ye ku daxwaz ji Kurd nekiriye referandûma serxwebûna Kurdistanê hilneweşîne û bilez bûye perepêdana mezin a girêbestên petol û gaza Kurd û tevî projeyên din ku digihe 4 milyar Dolar di kêmtirî salekê de.

K24 – Navenda Nûçeyan

Jêderekî agahdar û şareza di pîşesaziya petrolê de dibêje: “Rûsya hêza mezin ya bi tenê ye ku daxwaz ji Kurd nekiriye referandûma serxwebûna Kurdistanê hilneweşîne û bilez bûye perepêdana mezin a girêbestên petol û gaza Kurd û tevî projeyên din ku digihe 4 milyar Dolar di kêmtirî salekê de.

Li gor raporteke ajansa “Reuters” ev di demekê de ye, Washington û hejmarek ji welatên Ewropa, Tirkiye û Îranê neyariya xwe ji referandûma serxwebûna Kurdistanê re nîşan dane û bizava avakirina dewleta serbixwe bi karekî ne destûrî û derxistina giriftan ji bo şerê DAIŞê binav kirine.

Di wê derbarê de çend daxuyanî derxistin û daxwaza guftûgoya di navbera Hewlêr û Bexdayê de kirin, ji bo çareserkirina pirsgirêkan û bi metirsiya têkçûna aramiya navçê dizanin.

Lê heta niha Rûsya ti daxwazek ji wî awayî ji Kurd nekiriye û daxuyaniyên fermî yê li dijî referandûmê belav nekiriye û daxwaza encamnedana referandûmê nekiriye.

Belkû li cihê wê, kompanyaya Rûsneft ya Rûsî ya mezin berî birêvebirina referandûmê bi çend rojan nûtirîn werbirhênana xwe xiste rû û ew jî wek hevkariyekê bo Herêma Kurdistanê bo pêşxistina pêşesaziya gaza sirûştî ji bo navxweyîya herêmê û hinatina derve.

Her çend e heta niha têçûyê wê nehatiye aşkerekirin, lê jêderekî agahdar di pîşesaziya petrolê de gotiye, ji milyarek Dolar zêdetir e.

Ew jî sêyemîn rêkeftina mezin a Rûsneftê ye li Herêma Kurdistanê ji meha Sibata borî ve, ku Rûsya ji welatekî bê bandor, kir mezintirîn jêdera darayî ji Herêma Kurdisanê re.

Li gor jêder amaje bi wê dikin, ku girêbestên Rûsneftê ji dema ku gihêştiye Herêma Kurdistanê di meha Berçilaya 2016an de, nêzîkî 4 milyar Dolar in.

Li gor raporta “Reuters” Ev girêbest veguhartineke mezin ji Kurdên Iraqê re ye, ku ji sala 1991an ve pêwendiyên wan bi Amerîka re bihêz bû.

Herwiha jêderekî ji hewlêrê ji Reutersê re gotiye, “Mosko kar dike, ji bo valahiya ku bi Amerîka re çê bûye, tije bike.”

Mosko bi aşkere dibêje ew ligel yekperçeyîya Iraqê ye, lê di heman demê de li daxwazên Kurdan mukir tê ku welatekî wan yê taybet hebe, ku Kurd li Iraq, Tirkiye, Îran û Sûriyê nêzîkî 40 milyonî kes in.

Herwiha Wezêrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov gotibû, “Em girîngiyê didin daxwazên Kurdan û dixwazin wek her gelekî din li ser vê hesarê bigihe aramcên xwe. Em wê rastiyê dibînin û bi pêwîst dizanin ku daxwazên Kurd yên rewa wek her gelekî din di çarçova yasayên navdewletî pêk werin.”

 

Jêderekî dîplomasî di çarçova Korbenda Aborî ya ku li Sanpetersburg a Rûsyayê de di meha Hezîrana borî de bi rê ve çûbû got, Kurdan girîngî dan wê pirsê, dema Lavrov nîşan da, Rûsya dê ne li dijî referandûmê be.

Herwiha wî jêderî got, Lavrov di civînên berê de tekezî li ser yekperçeyîya Iraqê dikir, lê vê carê got, Rûsya têdigihe daxwazên gelê Kurd ên ji bo serxwebûnê, lê wî tekez kir ku divê ew prose bi baldarî bê kirin.