Çavên Pêşmergeyên dêrîn li azadiya Kurdistanê ne

Peyameke din a piştgiriya ji bo referandûmê jî ji Pêşmergeyên salên 1960'î yên Bakûrê Kurdistanê hat. Pêşmergeyên Dêrîn, li referandûmê xwedî derdikevin û dibêjin; em gelek bextewar in ku doza em jî ji bo wê têkoşiyane, îro bi ser dikeve. Pêşmergeyên Dêrîn gotin ku tevî temenê xwe yê mezin em îro jî ji bo têkoşînê amade ne.

 

K24 – Şirnex

Peyameke din a piştgiriya ji bo referandûmê jî ji Pêşmergeyên salên 1960'î yên Bakûrê Kurdistanê hat. Pêşmergeyên Dêrîn, li referandûmê xwedî derdikevin û dibêjin; em gelek bextewar in ku doza em jî ji bo wê têkoşiyane, îro bi ser dikeve. Pêşmergeyên Dêrîn gotin ku tevî temenê xwe yê mezin em îro jî ji bo têkoşînê amade ne.

Li ser her çiyayekî û li nav her gundekî, li ser sînorê Bakûr û Başûr şopa lehengên têkoşîna Azadiya Kurdistanê heye. Niştimanperwer û mêrxasên Gundê Bêrmana Bêşebapa Şirnexê jî di têkoşîna 1961'ê de li hember leşkerên Rejîma Baasê li ber xwe dane. Xelkê vê deverê hîn jî dilsozên doza xwe ne. 

Pêşengê Eşîra Qeşûran Hecî Sadiq jî di wan salan de Fermanbarekî Pêşmergeyan bûye. Hecî Sadiq, hezkiriyekî Mala Barzaniyan e. Pêşmergeyê Dêrîn ji bo referandumê banga yekîtî û tifaqê li Kurdan dike û dibêje; em hemû fedayiyên serxwebûnê ne.

Fermanbarê berê yê Pêşmergeyên Bakur Hecî Sadiq ji K24ê re wiha axivî: "Ji sala 1961'ê û heta îro; em bi rih, mal û canê xwe bi Mala Barzaniyan re ne. Mala Barzaniyan, mala bavê feqîr û jaran e. Ew tiştên ku Mala Barzan ji bo Kurdan kirine gelek in û ji tu kesî nayên. Çi rêyeke din tuneye; dê ava bibe û heger Xwedê hez bike em ê wê dîlanê jî bigerînin."

Wan salên zor û zehmet xelkê deverê bi hestên birayetî li doza xwe xwedî derdiketin. Yek ji cihê ku Qiyada Muwaqid lê hatibû avakirin jî Komate bû.  Elîyê Xelîlê Xoşewî ango bi nasnavê xwe Şehwan jî bi Selîmê Sora, Seyît Salih û Ebû Enter re di nav Qiyada Muwaqid de cih girt. Şehwan niha li Bêşebabê dijî û dengê wî jî heye û dixwaze roja 25'ê Îlonê li Kurdistanê dengê xwe bi kar bîne û ji bo Azadiya Kurdistanê ku di oxira wê de têkoşiyaye bibêje 'Belê'.

Pêşmergeyê Dêrîn Şehwan dibêje: "Pêwîst e Helebçe û êşên bi serê Kurdan ve hatine, hemû werin bîra wan. Ma Helebçe ji bîra Kurdan çûye? Divê ewil ev parçe ava bibe. Heger ava bibe,  Ala Kurdan dê di nav alên cîhanê de li ba bibe, zimanê Kurdî dê li nav zimanên cihanê were bikaranîn. Hingê dê Kurd bikaribin doza mafê xwe biparêzin.  Dê her tişt êdî qanûnî bibe."

Pêşmergeyên Dêrîn gotin ku meseleya referandûmê ne meseleya takekesî û partiyan e; meseleya Kurdistana Azad e û Kurdistana Azad jî mala hemû Kurdistaniyan e.