Îro hilbjartinên komînan li herêmên Bakurê Sûriyê tên kirin

Encûmena Damezrêner a sîstema federaliya Bakurê Sûriyê îro hilbijartinên komînan li her sê herêmên Cezîr, Ferat û Efrînê bi rê ve dibe, ku serokatiya 3732 komînan dê bên hilbijartin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Encûmena Damezrêner a sîstema federaliya Bakurê Sûriyê îro hilbijartinên komînan li her sê herêmên Cezîr, Ferat û Efrînê bi rê ve dibe, ku serokatiya 3732 komînan dê bên hilbijartin.

Encûmena Damezrêner a sîstema Federliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê di dawa meha Tebaxa borî roja 22ê Îlonê ji bo hilbijartinên komînan (Encûmenên taxan) roja 3ê Cotmehê ji bo hilbijartinên şaredariyê û roja 19ê Çileya sala 2018an ji bo hilbijartinên herêman û Kongreya Gelên Demokratîk li Bakurê Sûriyê diyar kirin.

Ev hilbijartinên ku ji aliyê Rêveberiya Xweser tên kirin, di demekê de ye, Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) tê de ne beşdar e û baykotkirina wan hilbijartinan kiriye. ENKSê ragihand jî, “Ew hilbijartin rêzê li xebata gelê Kurd û tevgera wê ya siyasî ya bi dehên salan nagire.”