Dema vekirina bingehên dengdana ji bo serxwebûna Kurdistanê hat aşkerekirin

Komisyona Bilind a Hilbijartin û Rapirsiyê li Herêma Kurdistanê dema vekirina deriyên bingehên dengdanê ji bo rapirsiya Herêma Kurdistanê aşkere kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Komisyona Bilind a Hilbijartin û Rapirsiyê li Herêma Kurdistanê dema vekirina deriyên bingehên dengdanê ji bo rapirsiya Herêma Kurdistanê aşkere kir, ku biryar e roja Duşemê 25ê Îlona 2017an li Herêma Kurdistanê û navçeyên Kurdistanê yên li derveyî Herêma Kurdistanê ne, bi rê ve biçe.

Li gor zanyariyên nivîseke Komisyona Bilind a Hilbijartin û Rapirsiyê li Herêma Kurdistanê, ku ji bo şax, navçe û parêzgehêm Hewlêr, Silêmanî, Helebçe, Kerkûk, Dihok, Xaneqîn, Xurmato û destşa Neynewayê hatiye birêkirin, amaje bi wê dike ku roja Duşemê 25ê Îlona 2017an li demjimêr 8:00 sibehê ve deriyên binkeyên dengdanê vekin û heta demjimêr 18:00 êvarê berdewam be û di wê demê de welatî dikarin dengên xwe bidin.

Roja 21ê Îlonê Duşemê 25ê Îlona 2017an Komisyona Bilind a Hilbijartin û Rapirsiyê li Herêma Kurdistanê ragihandibû, demjimêr 00:00 şeva 22-23ê Îlonê bangeşeya referandûmê tên ragirtin û ji bilî ji poster û pankartên komisyonê yên ji bo zanyarî û ronîkirina çawaniya dengdanê belav kirine, hemû poster û pankart û rêklamkirinên din li derdora bingehên dengdanê tê rakirin.