Dostekî nêzîkî Trump piştevaniya serxwebûna Kurdistanê dike

Kesatiya olî û dostê nêzîk yê serokê Amerîka Donalld Trump, ku berî niha serdana Kurdistanê kiribû, piştevaniya xwe ji bo referanduma serxwebûna Kurdistanê da xuyakirin û ragihand ku ewê ji Trump bixwaze pişta gelê Kurd bernede.

K24 – Navenda Nûçeyan

Kesatiya olî û dostê nêzîk yê serokê Amerîka Donalld Trump, ku berî niha serdana Kurdistanê kiribû, piştevaniya xwe ji bo referanduma serxwebûna Kurdistanê da xuyakirin û ragihand ku ewê ji Trump bixwaze pişta gelê Kurd bernede.

Firanklîn Graham, kesatiya navdar ya kirstyanî li Amerîka, ku dostê herî nêzîk yê serokê Amerîka Donalld Trump e û piştevaniya referanduma serxwebûna kurdistanê dike ji Trump dixwaze ku li encamên referanduma serxwebûna Kurdistanê mikur bê.

Graham ku çendîn car serdana Kurdistanê kiriye, li ser rûpela xwe ya facebookê nivîsiye: “Gelê Kurd çendîn sale, Erebên cîranên wî bi awayekî xirab serederiyê li gel dikin, bi taybet jî ji aliyê rêjîma Sedam Hisên ve, ku bi çekên kîmawî li wan da û komkujî anî sere wan û herweha ji aliyê Îran û Tirkiyê ve jî rastî gellek dijwariyan hatine. Gelê Kurd dostê rastiyane yê Amerîka ye û pêşwazî li pêkhateyên kiristyan û êzdî kir û bi azadî her ol li Kurdistanê merasîmên xwe encamp didin.”

Herweha Nivîsiye: “Welatiyên Amerîka û biyanî bi azadî li Kurdistan dijîn. Vê hefteyê jî Serok Trump di gotara xwe ya bihêz de li ber civîna Netewên Yekgirtî tekezî li ser serweriyê kir.”

Navhatî dibêje: “Iraq dabeş bûye û ti carî venagere wek berê û gelê Kurd gihiştiye wê baweriyê ku pêwîste çarenivîsa xwe bi xwe destnîşan bike.”

Graham dibêje: “Ez du`a dikim, referandum bi awayekî aştiyane birêve biçe û Amerîka piştevaniya biryara gelê Kurd bike, ku dixwaze çarenivîsa xwe diyar bike û hêvîdar im welatên cîran jî rêzê li encama referandumê bigirin.

Firanklîn Graham, kesekî nêzîkî Donalld Trump e û gellek caran li gel wî dicive û di merasîma sûndxwarinê de yek bû ji wan keşeyên du`a ji Trump re dikirin.

Biryar e roja 25ê vê mehê piroseya referanduma serxwebûnê li Kurdistanê birêve biçe û vê piroseyê dilê dostên gelê Kurdistan li cîhanê xweş kiriye, ku hêvî dikin pirose biser keve.

Firanklîn Graham, destpêka vê salê serdana Herêma Kurdistanê kir ji bo encamdana hin karên xêrxwazî û di daxuyaniyekê taybet de ji Kurdistan 24ê re soz da, ku zanyariyan li ser gelê Kurd bide Donalld Trump û wî haydarî tevahiya hûrkariyan bike.

Franklin Graham, xwediyê rêxistina Samaritan's Purse a xêrxwazî ye û ji sala 2007an ve heya nha, bi qasî bêtirî 15 melyon dolar, pirojeyên xêrxwazî bicî kiriye.