Geştên esmanî yên Firokxaneya Hewlêrê berdewam in

Birêvebera Firokxaneya Hewlêrê ya Navdewletî dengoya rawestandina geşta esmanî red dike û radigihîne, sibe di dema birêveçûna dengdana bo referandûma serxwebûna Kurdistanê, geşta esmanî berdewam dibe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Birêvebera Firokxaneya Hewlêrê ya Navdewletî dengoya rawestandina geşta esmanî red dike û radigihîne, sibe di dema birêveçûna dengdana bo referandûma serxwebûna Kurdistanê, geşta esmanî berdewam dibe.

Birêvebera Firokxaneya Hewlêrê ya Navdewletî Talar Fayeq ji K24ê re ragihand, dengoya rawestandina peşta esmanî li firoxaneya Hewlêrê ne rast e û hin medyayên Iraqî ev dengo belav kirine.”

Got jî: “Piştî belavbûna vê dengoya ne rast, Wezîrê Veguhastina Iraqê û Birêveberê Geştên Iraqê pêwendî bi min re kirin û ji belavbûna vê dengoyê sersam bûn.”

Talar Fayeq aşker kir jî, sibe ku referandûma serxwebûna Kurdistanê bi rê ve diçe, geşta esmanî li firokxaneya Hewlêrê ya Navdewletî berdewam dibe.