Melbenda YNK li Kerkûk: Sibe deng ji bo serxwebûna Kurdistanê bidin

Melbenda du ya Yekîtî Niştimanî Kurdistan li Kerkûkê peyamek rastî kadir û endam û alîgirên YNKê li Kerkûkê kir û têde ji hemû xelkê daxwaz kiriye sibe biçin ser sindoqên dengdanê û deng ji bo serxwebûna Kurdistanê bidin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Melbenda du ya Yekîtî Niştimanî Kurdistan li Kerkûkê peyamek rastî kadir û endam û alîgirên YNKê li Kerkûkê kir û têde ji hemû xelkê daxwaz kiriye sibe biçin ser sindoqên dengdanê û deng ji bo serxwebûna Kurdistanê bidin.

Têksta peyama melbenda (2) a rêxistiya Kerkûkê

Komelên xelkê Kurdistan

Cemawerên bişeref û xweragir ên Kerkûkê

Malbatên serbilind ên şehîdan

Pêşmergên qareman

Ji aliyê pabendiya me bi parastina yekrîzî û pêkvejiyana pêkhatên cuda yên Kerkûkê û meşandina siyaseta Mamê me yê mezin û parastina ax û jiyana welatiyên bajarê me û dûrxistina wan ji her metirsiyekê, hevdem ji ber giringiya nerîn û helwestên welatên navçeyê û yên cîhanê Netewên Yekgirtî û welatên mezin, ji me re baş bû piroseya referandumê ji bo demeke guncatir bihatiba paşxistin.

Lê diyar e encûmena bilinda referandumê rijde li ser encamdana piroseyê li tevahiya Kurdistan tev Kerkuk û navçeyên cihê nakokiyê.

Em li vir radigehînin, wek çawa berî niha dîrok şahid e ku Yekîtî Niştimanî Kurdistan, her ji danîna yekem mefrezeyên xwe, û heya îro bi şerê terorîstên DAIŞê, me çemekî xwînê ji bo vê axê rijandiye û YNK hejmara herî zêde ya şehîdan daye û hizba şehîdên Kurdistanê ye, lewra me ti carî bazar li ser ax û pîroziyên gelê me nekiriye, di pêşerojê de jî bi heman canê xebatê ji bo bicîkirina xewnên xelkê Kurdistan û aramî û aştiyê û pêkvejiyana pêkhatên gelê Kurdistanê emê kar bikin.

Cemawerên xweragir ên Kerkûkê…

Li vir ji we re radigehînin, ku em pabendî biryara komisyonê ne ji bo encamdana piroseya referandumê di dema diyarkirî de, lewra em ji tevahiya pêkhateyên cuda yên Kerkûkê û tevahiya navçeyên cihê nakokiyê û komelên xelkê Kurdistan dikin, ku herin ser sindoqên dengdanê û deng ji bo serxwebûna Kurdistanê bidin.

Melbenda (2) a rêxistina Kerkûkê

24/9/2017