"Encamên referandumê çi bin, Turkya nikare petrola Kurdistanê rawestîne"

Rojnameya Financial Times ya Birîtanî di raporekê de li ser gefên Tirkiyê derbarê rawestandina petrola Kurdistanê, gumana xwe da xuyakirin ku Enqera bikaribe wê gefa xwe bicî bike.

K24- Navenda Nûçeyan

Rojnameya Financial Times ya Birîtanî di raporekê de li ser gefên Tirkiyê derbarê rawestandina petrola Kurdistanê, gumana xwe da xuyakirin ku Enqera bikaribe wê gefa xwe bicî bike.

Rojnameya Birîtanî nivîsiye: "Tevî zimanê tund yê Enqerê û gefên wê, lê ti niyet û îradeyek li cem aliyê Tirkiyê nayê dîtin ku ewê boriya petrola Kurdistanê bigire, ku bi riya Tirkiyê ji Herêma Kurdistanê digihêje bazarên navdewletî, ji ber ku Enqera di warê baca gumrikê de mifayê ji wê boriyê dibîne û bûye aliyekî cihê baweriyê ji bo gihandina petrol û sûtemeniya ku li rojhilata navîn bi riya kompaniyên Rûsî tên berhemanîn.

Financial Times dibêje:"Eger Tirkiyê hêla petrol Kurdistanê rawestîne, ewê nikaribe petrolê ji Iraqê bişîne bazarên navdewletî."

Herweha heya niha kompaniyên cîhanî ne tenê dev ji berhemanîna petrolê li Herêma Kurdistanê bernedane lê wan astê berhemanîna xwe zêde kirine.

Berî heftiyekê ji encamdana referandumê, kompaniya Chevron ya Amerîkî, piştî rawestana du salan, careke din dest bi derxistina petrola Kurdistanê kir, hikûmeta Kurdistan ji kompaniyên petrolê re tekez kir, ku ewê deynên hemû kompaniyan bide ku bêtirî 3 milyar dolar derdikevin.

Li aliyekî din jî, di çend mehên derbasbûyî de, kompaniya Rosneft ku mezintirîn kompaniyên petrola Rûsî ye, çendîn girêbest li gel Kurdistanê îmze kir.