Bernard Kouchner: Pêwîst e welatên mezin piştevaniya Kurdistanê bikin

Bernard Kouchner:“Pêwîste welatên mezin derfetê bidin vê piroseya dîmukratî û biserketî û ewên Kurd ji dewletbûnê bêpar kirin, pêwîst e niha piştevaniya Kurdan bikin û piştevaniya diyalogê di navbera Hewlêr û Bexdayê de bikin.”

K24- Navenda Nûçeyan

Wezîrê berê yê derve yê Firensa Bernard Kouchner ku yek ji çavdêrên navdewletî bû ji encamdana piroseya referandumê re, di kongirekî rojnamevanî de ragihand: “Duh rojeke gellekî mezin bû, lê ji bo wan Kurdên ku xwesteka serxwebûnê li cem wan hebû, ne suprayz bû, Ez daxwaz dikim diyalog li gel Bexdayê bê destpêkirin.”

Bernard Kouchner, pîrozbahiya serketina piroseya referanduma serxwebûna Kurdistanê kir û ragihand, piroseya referanduma serxwebûna Kurdistanê bi pakî birêve çû. Rexne jî li helwesta Amerîka û welatên Ewropa kir û tekez kir ku gelê Kurdistan bi qaremanî rastî çekdarên DAIŞê hat û got: “Ez ji welatên Amerîka û Ewropa dixwazim ku pêdeçûnê ji helwestên xwe re bikin beramberî referanduma gelê Kurdistan.”

Kouchner got: “Nizanim ji bo çi hin hikûmet bi tundî daxuyaniyan li dijî Kurdistanê didin, helwestên Birîtanya û Firensa û Amerîka cihê matmayinê ne û ez ji wan fêm nakim.”

Herweha navhatî diyar kir: “Pêwîste welatên mezin derfetê bidin vê piroseya dîmukratî û biserketî û ewên Kurd ji dewletbûnê bêpar kirin, pêwîst e niha piştevaniya Kurdan bikin û piştevaniya diyalogê di navbera Hewlêr û Bexdayê de bikin.”

Di dawiya gotinên xwe de Bernard Kouchner ji rojnamevanan re got:“Ji îro ve ezê bibim Kurd.”