Du Kongressmanên Amerîkî piştevaniya serxwebûna Kurdistanê dikin

Du endamên Kongressa Amerîkî pîrozbahî li serkeftina referandûma serxwebûna Kurdistanê dikin û piştevaniya xwe ji bo serxwebûna Kurdistanê derbirîn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Du endamên Kongressa Amerîkî pîrozbahî li serkeftina referandûma serxwebûna Kurdistanê dikin û piştevaniya xwe ji bo serxwebûna Kurdistanê derbirîn.

Endamê Kongressa Amerîkî Trent Franks yê wîlayeta Arizona û ser bi Partiya Komariyan e di daxuyaniyekê de derbarê birêvebirina referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê de ragihand, Bexda nikarî Kurd biparasta û mafê wan û netewên din dabîn bikira. Mafê Kurd heye biryarê li ser çarenivîsa xwe bide.

Wî kongressmanê Amerîkî gotî jî, berpirsayetiya axlaqî ya Amerîka heye ku piştevaniyê li serxwebûna Kurdistanê bike û ew jî di berjewendiya niştimanî ya Washingtonê de dibe û niha dema wê hatiye ku civaka navdewletî piştevaniyê li serxwebûna Kurdistanê bike.

Herwiha Kongressmanê Demokratiyan û endamê Komîta Pêwendiyên Derve yên Encûmena Nûnerên Amerîka Eliot L. Engel di daxuyaniyekê de ragihand, roleke aktîv ya hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser DAIŞê hebû û endameke aktîv ya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê bû, ji ber wê mafê Kurd heye biryarê li ser çarenivîsa xwe bide.

Eliot L. Engel daxwaz ji serkirdayetiya Kurd dike bi piştbestin bi encamên referandûmê maleke Kurdî ya xurt damezrîne û hewl ji bo damezrandina dewleta Kurdistanê bide.