Seidî Pîre: Divê perlemanterên Iraqî bên dadgehkirin

Pîre: “Li gorî destûra Iraqê divê lêpirsîn li gel perlemanterên Iraqî bê kirin û bên dadgehkirin, ji ber ku ewana kar ji bo têkdana ewlehiya civakî dikin.”

K24- Navenda Nûçeyan

Peyvdarê Yekîtî Niştimanî Kurdistan Seidî Ehmed Pîre, di kongirekî rojnamevanî de, li ser pirsa kişandina baweriyê ji serokê Iraqê ragihand: “Li gorî destûra Iraqê divê lêpirsîn li gel perlemanterên Iraqî bê kirin û bên dadgehkirin, ji ber ku ewana kar ji bo têkdana ewlehiya civakî dikin.”

Pîre zelal kir, ku wergirtina postê serokatiya Iraqê ji aliyê Kurdan ve, ji encama rêketineke siyasî di navbera Hewlêr û Bexdayê de bû, lewra heya ku ew rêketin hebe ti kes nikare baweriyê ji serokkomar bikşîne.